QADÊN KU LI HEMBERÎ CUDAKARÎYÊ TÊN PARASTIN ÇI NE? Li gorî Benda 90. a Makezagona Tirkîyeyê, hemû mafên ku di peymanên têkildarî mafên mirovan ên ku Tirkîye bûye teref de navên wan derbaz dibin, li Tirkîyeyê di bin parastina zagonî de ne. Li gorî Benda 122. a Qanûna Cezayê ya Tirkîyeyê, Benda 5. a Qanûna Kar, Bendên 4. û 8. ên Qanûna Bingehîn a Perwerdehîya Neteweyî di qadên li jêr de cudakarî qedexe ye: Xebitandin- xebitîn, bendên peymana kar, perwerdehîya kar, paye, ji kar •derxistin Perwerdehî- di dibistanên dewletê, yên taybet û di zaningehan de qeybûn •û girtina dersan •Sitirîn- kirêkirin an jî stendina mal an jî daîreyekê Tenduristî- girtina alîkarî û xizmetên tenduristîyê, gihêştina derman û •alavên tenduristiyê Sûdwergirtina ji mal û xizmetguzarîyên giştî- xizmetguzarîyên vegu•hastin û ragihandinê, banqe û sîgorte, gihêştina xizmetguzarîyên taybet ên wekî parêzerî û bijîşkîyê, cihên wekî parq, daîreyên dewletê, restoranan û sepandinên yeksan di karxaneyên wekî dikan û navendên şahîyê de

Hedef paragraf seç3