EZ ÇI DIKARIM
BIKIM JI BO KU RÊ LI
CUDAKARÎYÊ BÊ GIRTIN?
Ji bo ku rê li cudakarîyê bê girtin û mirovên ji çand û civakên
cuda bibin xwedîyê heman maf û derfetên aborî, civakî û
sîyasî, ji bo her kesî risteke ku bikare bigire ser xwe heye.
Gava herî grîng a ku di vê mijarê de dikare bê avêtin, ragihandina binpêkirinên mafan û cudakarîyê ye.
Agahîyên têkildarî sepandinên cudaker ên li cihê ku hûn lê
dijîn, li karxaneya ku lê dixebitin, li dibistana ku lê dixwînin,
li damezrawe û sazîyên ku xizmetê jê distînin ên ku hûn dûçarî wan mane yan jî bûne govanê wan bi me re parve bikin.
Li mafên xwe xwedî derkevin û kesên din di vê mijarê de
teşwîq bikin. Hay ji mafên xwe hebin, li hemberî cudakarîyê
bêdeng nemînin.