Lİ TİRKÎYEYÊ Jİ BO CUDAKARÎYÊ CİHÊN SERÎLÊDANÊ: Sazîya Mafên Mirovan a Tirkîyeyê Ji bo her bûyera ku binpêkirina mafên mirovan dihundirîne, hûn dikarin bi awayekî bêpere serî li SMMT’ê bidin. Divê hûn di daxwaznameya xwe de salixê bûyerê bidin, şexs an jî sazîya ku hûn li dij gilîyê xwe dikin biaşkêrin, daxwaza xwe ya di derbarê bûyerê de û, ku hebin, delîl û belgeyên têkildar pêşkêşî dadgehê bikin. Di daxwaznameyê de divê nav, paşnav, destnîşan û navnîşana nişîngeha we hebin. Hûn dikarin daxwaznameya xwe bi rêya faks û postayê bişînin yan jî bi xwe bibin SMMT’ê. Ku sedemeke we ya hişwer hebe, hûn dikarin nihêngirtina nasnameya xwe bixwazin. Navnîşan: Yüksel Cad. No: 23 Kat: 3 06650 Kızılay Çankaya Ankara Telefon: (0312) 422 29 20 (bes ji bo agahîdanê) Faks: (0312) 422 29 96 E-posta: tihk@tihk.gov.tr Sazîya Venêrîna Giştî ya Komara Tirkîyeyê Di rewşên dûçarî cudakarîyê bûnê yên di sazî û damezraweyên fermî de hûn dikarin bi awayekî bêpere serî li SVGK’ê bidin. Hûn serîlêdana xwe dikarin bi rêya e-seserîlêdana li ser malpera SVGKT’ê yan jî bi daxwaznameyeke ku naveroka bûyerê, daîreya ku tê gilîkirin, daxwaz û agahîyên şexsî yên kesê/a serîlêdayî dihundirîne bi rêya faks yan jî postayê ragihênin. Heke serîlêdan bi zimanekî ji xeynî Tirkî were kirin, ku sazî serîlêdanê guncav bibîne dê lêkolînê bike. Di gilîyên bi rêya faks an jî postaya elektronik ve hatine kirin de divê daxwazname û eslê belgeyan di nav 15 rojan de ji sazîyê re bê şandin. E-Serîlêdan: http://ebasvuru.ombudsman. gov.tr/Giris.aspx Navnîşan: Büyükdere Cad. Maslak Kasırları, Mabeyn-i Hümayun Kasrı Maslak Sarıyer İstanbul Kavaklıdere Mah. Nevzat Tandoğan Caddesi No: 4 Çankaya Ankara Telefon: (0312) 465 22 00 Faks: (0312) 465 22 65 E-posta: iletisim@ombudsman.gov.tr Dozgerî û Dadgeh Ji bo cudakarî û binpêkirinên mafan hûn dikarin dozgerîyan di derbarê sûcan de haydar bikin, alîkarîya hiqûqî bigirin û li hemberî kiryaran deweyan vekin. ji bo van pêngavan alîkarîyeke hiqûqî ya profesyonel bigirin. Ku rewşa we ya oborî ji bo girtina parêzerekî/ê ne guncav be, hûn dikarin ji baroya bajarê hûn lê alîkarîya dadî bixwazin. Belgeyên pêwîst bo alîkarîya dadî ji baroyan; Ji muxtêr belgeya rewşa dahatê Ji muxtêr belgeya nişîngehê Fotokopîya nasnameyê Belgeyên bo dewê pêwîst Komeleya Çavdêrîyê ji bo Mafên Wekhev Hûn dikarin bi rêya e-posta, telefon, posta yan jî bi xwe di derbarê mijara ku hûn dûçarî cudakarî yan jî binpêkirina mefekê bûne de serî li Komeleya Çavdêrîyê ji bo Mafên Wekhev bidin. Komeleya me dikare alîkarîya hiqûqî bide we û li ser navê we serî li cihên guncav bide. Navnîşan: Kamer Hatun Mah. Hamalbaşı Cad. No: 22/9 Galatasaray Beyoğlu İstanbul Telefon: (0212) 293 63 77 E-posta: esithaklar@gmail.com

Select target paragraph3