EZ ÇI DIKARIM BIKIM JI BO KU RÊ LI CUDAKARÎYÊ BÊ GIRTIN? Ji bo ku rê li cudakarîyê bê girtin û mirovên ji çand û civakên cuda bibin xwedîyê heman maf û derfetên aborî, civakî û sîyasî, ji bo her kesî risteke ku bikare bigire ser xwe heye. Gava herî grîng a ku di vê mijarê de dikare bê avêtin, ragihandina binpêkirinên mafan û cudakarîyê ye. Agahîyên têkildarî sepandinên cudaker ên li cihê ku hûn lê dijîn, li karxaneya ku lê dixebitin, li dibistana ku lê dixwînin, li damezrawe û sazîyên ku xizmetê jê distînin ên ku hûn dûçarî wan mane yan jî bûne govanê wan bi me re parve bikin. Li mafên xwe xwedî derkevin û kesên din di vê mijarê de teşwîq bikin. Hay ji mafên xwe hebin, li hemberî cudakarîyê bêdeng nemînin.

Hedef paragraf seç3

Bir paragrafa bağla
Connect to an entity
Disable highlights
İçindekiler tablosuna ekle