Lİ TİRKÎYEYÊ Jİ BO CUDAKARÎYÊ CİHÊN SERÎLÊDANÊ:
Sazîya Mafên Mirovan a Tirkîyeyê
Ji bo her bûyera ku binpêkirina mafên
mirovan dihundirîne, hûn dikarin bi awayekî bêpere serî li SMMT’ê bidin. Divê
hûn di daxwaznameya xwe de salixê bûyerê bidin, şexs an jî sazîya ku hûn li dij
gilîyê xwe dikin biaşkêrin, daxwaza xwe
ya di derbarê bûyerê de û, ku hebin, delîl
û belgeyên têkildar pêşkêşî dadgehê
bikin. Di daxwaznameyê de divê nav,
paşnav, destnîşan û navnîşana nişîngeha
we hebin. Hûn dikarin daxwaznameya
xwe bi rêya faks û postayê bişînin yan
jî bi xwe bibin SMMT’ê. Ku sedemeke we
ya hişwer hebe, hûn dikarin nihêngirtina
nasnameya xwe bixwazin.
Navnîşan: Yüksel Cad. No: 23 Kat: 3 06650
Kızılay Çankaya Ankara
Telefon: (0312) 422 29 20 (bes ji bo agahîdanê)
Faks: (0312) 422 29 96
E-posta: tihk@tihk.gov.tr
Sazîya Venêrîna Giştî ya Komara Tirkîyeyê
Di rewşên dûçarî cudakarîyê bûnê yên
di sazî û damezraweyên fermî de hûn
dikarin bi awayekî bêpere serî li SVGK’ê
bidin. Hûn serîlêdana xwe dikarin bi rêya
e-seserîlêdana li ser malpera SVGKT’ê
yan jî bi daxwaznameyeke ku naveroka
bûyerê, daîreya ku tê gilîkirin, daxwaz
û agahîyên şexsî yên kesê/a serîlêdayî
dihundirîne bi rêya faks yan jî postayê
ragihênin. Heke serîlêdan bi zimanekî ji
xeynî Tirkî were kirin, ku sazî serîlêdanê
guncav bibîne dê lêkolînê bike. Di gilîyên
bi rêya faks an jî postaya elektronik ve
hatine kirin de divê daxwazname û eslê
belgeyan di nav 15 rojan de ji sazîyê re
bê şandin.
E-Serîlêdan: http://ebasvuru.ombudsman.
gov.tr/Giris.aspx
Navnîşan: Büyükdere Cad. Maslak Kasırları, Mabeyn-i Hümayun Kasrı Maslak Sarıyer
İstanbul
Kavaklıdere Mah. Nevzat Tandoğan Caddesi No: 4 Çankaya Ankara
Telefon: (0312) 465 22 00
Faks: (0312) 465 22 65
E-posta: iletisim@ombudsman.gov.tr
Dozgerî û Dadgeh
Ji bo cudakarî û binpêkirinên mafan hûn
dikarin dozgerîyan di derbarê sûcan de
haydar bikin, alîkarîya hiqûqî bigirin û li
hemberî kiryaran deweyan vekin.
ji bo van pêngavan alîkarîyeke hiqûqî
ya profesyonel bigirin. Ku rewşa we ya
oborî ji bo girtina parêzerekî/ê ne guncav be, hûn dikarin ji baroya bajarê hûn
lê alîkarîya dadî bixwazin. Belgeyên
pêwîst bo alîkarîya dadî ji baroyan;
Ji muxtêr belgeya rewşa dahatê
Ji muxtêr belgeya nişîngehê
Fotokopîya nasnameyê
Belgeyên bo dewê pêwîst
Komeleya Çavdêrîyê ji bo Mafên
Wekhev
Hûn dikarin bi rêya e-posta, telefon, posta yan jî bi xwe di derbarê mijara ku hûn
dûçarî cudakarî yan jî binpêkirina mefekê bûne de serî li Komeleya Çavdêrîyê
ji bo Mafên Wekhev bidin. Komeleya me
dikare alîkarîya hiqûqî bide we û li ser
navê we serî li cihên guncav bide.
Navnîşan: Kamer Hatun Mah. Hamalbaşı
Cad. No: 22/9 Galatasaray Beyoğlu İstanbul
Telefon: (0212) 293 63 77
E-posta: esithaklar@gmail.com